Keça Kurd bû şampiyona Ewropayê

Keça Kurd bû şampiyona Ewropayê

Di Şampiyoniya Wushu Kung-Fu ya 1emîn a Ewropayê de, ku li Stenbolê bi beşdariya 650 werzişvên ji 19 welatan hat lidarxistin, keça Kurd Guneş a  Amedê di kategoriya Sandaya Ronahî ya Jinên Ciwan de, di asta 52 kîloyan de madalyaya zêr qezenc kir.

Guneş Aslan (17) xwendekara pola 11emîn a ku dest bi wushu kung-fuyê kir ji ber ku pismam û dotmamêm wê heman werzîş dikirin û di pêşbirkan de madalya bi dest dixistin, dest bi werzîşa Wushu Kung-Fu kir. Guneş Aslan di Şampiyoniya Wushu Kung-fu de, piştî şampiyoniya Balkan û Tirkiyê bû şanpiyona Ewropayê jî.

Aslan ji çapemeniyê re got: “Ez di wextê xwe yê vala de diçim karên rojane. Ez bi xwe mesrefa xwe qezenc dikim û ji malbata xwe re jî tevkariyê dikim. Ez bûm şampiyona Tirkiyê, şampiyona Ewropayê, armanca min a niha amadebûna ji bo şampiyoniya cîhanê ye. Ez dixwazim biçim wir û cihê yekem bigirim”.

Pustên heman beş