Çeteyên Tirkiyê mal û milkên Kurdan li Efrînê difiroşin

afrin milis

Li çend herêmên cuda yên Efrîna Rojavayê Kurdistanê çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve dest danîn 4 mal û dikanên welatiyên Kurd û ew firotin.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çekdarekî grûpa Cebheya Şamiyeyê li gundê Badinliyê yê navçeya Racoyê ya Efrînê dest danî ser dikaneke welatiyekî Kurd û 2 hezar û 500 dolarî firot çekdarekî din.

Herwiha çekdarekî din ê Cebheya Şamiyeyê li taxa Eşrefiyeyê ya Efrînê dest danî ser du xaniyên Kurdekî ji gundê Basofanê yê navçaye Şêreweyê û her xaniyek bi 700 dolarî firot çekdarekî din.

Li aliyê din, li gundên Dêr Soranê, Kefir Dilî, Mirata, Aşkan, Kefir Rom, Kefir Sefre û Korkan ên gundewarê Efrînê jî çekdarên grûpên Ehrar el-Şerqiye, Siltan Murad û Semerqendê yên ser bi Tirkiyeyê ve 354 darzeytûn birîn.

Pustên heman beş