Di ser wefata Şêx Ehmed Barzanî re 55 sal derbas bûn

Şêx Ehmed Barzanî - info

Şêx Ehmedê Barzanî, zana, Zahêd û nîştimanperwerê mezin yê Kurd birayê Rêberê nemir yê gelê Kurd Mele Mistefa Barzanî beriya 55 salan di roja 11ê Çileya 1969an li nexweşxaneya Îbnî Sîna ya li Bexdayê jiber nexweşiyê wefat kir.

Şêx Ehmed Barzanî piştî şehîd kirina birayê xwe yê mezin bi destê Osmaniyan di sala 1914an de, organîzatoriya kar û xebat û têkoşîna Barzanî dixe ser milê xwe.

Şêx Ehmed Barzanî ku, vê demê temena wî tenê 18 sal bûye xebat pêşde biriye, di sala 1919an de piştîvaniya Şoreşa Şêx Mehmûd Hefîd kiriye û nameyek jî bo şêx û Serok eşîrên devera Behdînanê şandiye û têde daxwaz ji wan kiriye hevkarî û piştîvaniya şêx Mehmûdê Hefîd bikin.

Serdema pêşengatî kirina Şêx Ehmedê Barzanî ku, bi xwedan jî tê nasîn serdemeke geş û bi destkefte di nava dîroka tevgera azadîxwaz ya gelê Kurdistanê de.

Pustên heman beş