9 leşkerên Tirkiyeyê li Zapê hatin kuştin

9 esker

Di encama êrîşeke PKKê de li ser binkeyeke artêşa Tirkiyeyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê de, 9 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin, artêşa Tirkiyeyê jî hejmarek binkeyên PKKê bombebaran kirin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê şeva borî ragihandibû, li navçeya Operasyona Pençe-Kilîtê endamên PKKê êrîşî bingeheke wan kirine û di encamê de 5 leşker hatine kuştin û 8 leşker jî birîndar bûne.

Wezaretê di piştre bi sê daxuyaniyên din eşkere kir, 4 leşkerên wan ên rewşa wan giran bû jî canê xwe ji dest dane û bi vî awayî hejmara kuştiyan gihiştiye 9 leşkeran.

Piştî êrîşa PKKê, Tirkiye, bingehên PKKê yên li Garê, Zap, Metîna, Xakurkê û Qendîlê û hin cih û navçeyên rojavayê Kurdistanê bi firokeyan bombebaran kirin.

Derbarê ziyanên PKKê de jî, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand, 12 çekdarên PKKê hatine kuştin.

Êrîşa PKKê ya li ser artêşa Tirkiyê di hundirê Tirkiyê de bû sedema karvedanên mezin, îro jî civîneke ewlehiyê bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan tê lidarxistin.

Li gorî zanyariyan, civîn dê li Stenbolê li Koşka Dolmabahçeyê bê lidarxistin û wezîrê Derve, Berevanî, Navxwe, Serokerkanê Tirkiyeyê û Serokê Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyeyê (MÎT) dê tê de amade bin.

Pustên heman beş