Rêbaz çawa bûye Kurdistanî???

 Rêbaz çawa bûye Kurdistanî???

Bûbê Eser

Ez  ê di vê nivîsê de û di nivîsên pêşde li ser Kurdistanîbûna rêbazê rawestim. Ji ber çi, çima û çawa ev rêbaz Kurdistanî ye. Ji ber girîngî û hêjabûna vê rêbazê ew e ku şopên wê pir vekirî û eşkereyî li perçên din jî tê dîtin. Ev jî bi me dide zanîn ku ev rêbaz ne ji bona perçakî,  herêmekê ye. Ji bona azadî û serxwebûna Kurdistana mezin e.

Loma ez ê êdî vê rêbaza pîroz li kîjan perçê kurdistanê çi kirî ye, çi şoreş pêk anîye vekim. Vekim da ku bila bê zanîn ku ji bona azadiya kîjan perçî çi bedil, xebat û zahmetî daye û pêk anî ye ji bona wê hêjayan binivîsînim. Binivîsînim da ku hûn û em weke miletê kurd bi tevayî vê rêbazê ango felsefeya xwe nas bikin. Bi nasîna wê em ê  bikaribin xwe jî baştir nas  bikin.

 Heta ku em vê rêbazê baş nas nekin, li ser yek bi yek xalên wê ranewestin em ê nikaribin şerê azadî û serxwebûna Kurdistanê jî li ser asasî rastiyê, bi  helwesteke neteweyî, bi  baweriyeke ji xwe bawer tekoşîna azadî û serxwebûna Kurdistanê bidin.

Ez ê di vê nivîsa xwe de hinekê vê jî vekin. Dema em li dîroka gelê xwe dinerin, tê dîtin ku di serdema dewleta Alî Osmanî de, (Împeratoriya Osmanî) ji ber zilm û neheqiyên li kurdan dikirin, Şêx Abdulselam Barzanî li dij vê helwesta dewleta Osmanî derket ku  mafê kurdan ya di nava vê dewletê de bi awayekî ku heqê kurdan hebe û bikaribin karên xwe bi destên xwe bike, serî hilda.

Lê  mixabin ji ber xwefiroşên kurd  bi serneket. Ji teref dewletê û bi alîkariya hin sîxurên wê Şêx Evdilselam tê girtin û wî li Mûsilê dervekirin. Piştî  vê jî Barzaniyan   bi serpereştiya nemir Şêx Ehmed li gel Barzaniyê nemir li hember desthilata Iraqê serî hildan lê bi serneketin.

Ji bona kurd bi temamî wenda û tune nebin,  berê we  berbi rojhilata Kurdistanê vekirin. Li wir dema Barzaniyan dîtin ku tevger û liveke xeta neteweyî ya gelê kurd ku li hember desthilata Iranî serî hildane, Barzaniyan bê ku bifikirin, bi hemî hêz û qawetên xwe alîkarî dane wir. Mil bi mil, li gel brayên xwe kurdên rojhilat tekoşîna azadî û serxwebûna kurdistanê ku bi serpereştiya PDK û serokê wê Qazî destpê kirin.

Di şerê serxwebûna rojhilata Kurdistanê de nemir Barzanî bû yekem generalê kurd. Ev jî bi me dide zanîn ku di destpêka şerê Barzaniyan ya li hember dagiran, li ser xeta neteweyî hatibû dayîn û ev hê jî weha didome.  Barzaniyê nemir, ji  ber xebat û tevgerên ya ku piştgiriya brayê xwe kiribû xelata genaraliyê girt.

Em li vir dibînin ku ev rêbaz, rêbazeke gelê kurd de ku bi saya wê Kurd dikare xwe bighêjînin Kurdisana mezin. Ji xwe armanc û hedefa vê rêbazê jî ev e.  Loma min girîng dît ku  vê rêbaza pîroz ji destpêkê de û heta niha çawa û bi alîkariya brayê xwe yên perçên din ve rabû bêjim û binivîsînim. Binivîsînim da ku bê fêm kirin, ji ber çi em vê rêbazê weke ya gelê kurd dizanin û nas dikin.

Lê dema bi saya hin dewletên mezin ku bi alîkarî û piştgiriya Iranê ve rabûn, komara Kurdistanê li mahabadê qederê salekê jiyana xwe domand û têk çû ango têk birin. Piştî têkçûna komara Kurdistanê li Mahabadê Barzaniyê mezin fêm kir ku heger ew û pêşmêrgeyên xwe, xwe ji ber xezeba desthlata Farisan naparêzin him ew him jî wê xeyala Kurdistaneke azad û serbixwe jî têk here.

Ji bona Kurd bi temamî wenda nekin û derfet çê bibe ku careke din şerê hebûn û nemana kurdistanê bidin, demeke dirêj li sovyetê dimînin. Ji xwe çîroka Barzaniyan ya dema ku li sovyetê bûn, çi dîtin û hatine serê wan, bi serê xwe romaneke. Lê mijara me ne ev e.

Dema ku Barzanî ji sovyetê vegeriyan weke gelek caran dîsa desthilata Iraqê soza dabûn Barzaniyan pêk neanîn. Loma jî Kurd mecbûr man ku li hember zilm û zordariya Iraqê şerê hebûn û nebûna gelê xwe bidin.

Ji ber vê bû ku şoreşa Îlona di sala 1961an de  bi serpereştiya Partiya Demokrata Kurdistanê û serokatiya Barzaniyê nemir û hêza pêşmêrgeyên qehreman, hate destpêkirin.

Di nivîsa bê de ez li ser şoreşa îlona, hêjayî û armanca wê rawestim da ku rêbazê di vir de erkê xwe ê niştîmanî çawa anî cih.

Girîng û pêwîst e em vê rêbaza pîroz nas bikin. Her weha divê em kirin û pêkanînên wê ango şoreşên wê yên li her çar perçan jî baş nas bikin da ku em bizanibin ev rêbaza ji bona azadî û serxwebûna herçar perçên Kurdistanê hatiye danîn…

Pustên heman beş