Piştî kuştina 9 leşkeran bi tohmeta terorê 113 kes hatin desteserkirin

bi tohmeta terorê 113 kes

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku wan li 32 parezgehan dijî “rêxistina terorê ya dabeşker” operasyon pêk anîne û di encam de 113 kes hatine desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê tora civakî peyamek belav kir.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya got:

“Bi koordîneya Serokatiya Daîreya Rûbirûbûna Terorê ya Fermandariya Giştî ya Cendermeyan û Serokatiya Îstîxbaratê di çarçoveya astengkirina çavkaniyên aborî û çalakiyên rêxistinên terorê li 32 parêzgehan operasyon hatine kirin û di encamê de 113 kes hatine desteserkirin.”

Operasyon li parêzgehên Semsûr, Agirî, Çewlîg, Amed, Dîlok, Mêrdîn, Muş, Îdir, Colemêrg, Mereş, Meletî, Sêrt, Şirnex, Dêrsim û Wanê yên Bakurê Kurdistanê û li 17 parêzgehên Tirkiyeyê hatiye kirin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihandibû ku li Başûrê Kurdistanê 9 leşkerên wan hatine kuştin, 4 leşkerên wan jî birîndar bûne.

Piştî vê yekê li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi tohmeta terorê hejmareke zêde ya welatiyan hatin desteserkirin û operasyon berdewam in.

Pustên heman beş