Di rojên rabûrî de.. Tirkiyê 90 pêgeh û sazî li Rojava bombebaran kirine

Rojava-Turkey-attack

Di çend rojên dawiyê de balafirên keşfê yên dewleta Tirk, pêtirî 90 pêgehan li Rojava Kurdistanê bombebaran kirine, piranî jê saziyên girîng yên xizmetguzarî û abûrî ne.

Rwangeha Sûrî ya mafên mirovan raporek derbarê zirarên êrîşên rojên rabûrî yên balafirên keşfê yên Tirkiyê li ser navçeyên bakur û rojihlata Sûryê parvekiriye, li gorî wê pêtirî 90 pêgehan ketine ber êrîşan piranî jê saziyên abûrî û xizmetguzarî ne.

Rwangeha Sûrî di rapora xwe de amaje kir ku dewleta Tirk bi sedema PKKê û baskên wê yên li Rojava Kurdistanê PYDê û HSDê hemleyeke berfereh a êrîşên bi dironan li bakur û rojihlatê Sûryê destpêkiriye û got ku ji destpêka meha 11 a sala rabûrî 2023ê û heya duh roja înî 12/1/2024ê pêtirî 90 sazî û pêgehên jêrxaneyî hatine bombebaran kirin.

Pêgehên hatine bombebaran kirin li bajarên Qamişlo, Kobanê, Hesekê, Dirbêsiyê, Rimêlan, Til Temir, Qehtaniyê, Amûdê û Dêrkê û gelek herêmên din.

Di êrîşan de, pêgehên HSDê û YPGê, her wiha westgehên eliktirîkê, petrolê, nexweşxane û saylo û kargehên pîşesazî yên cuda hatine ji nav birin, her wiha bi dehan çekdarên HSDê û YPGê hatine kuştin û welatiyên sivîl jî jiyana xwe ji dest da ne û birîndar ketine.

Pustên heman beş