Sê partiyên Kurd ji bo Tifaqa Kurdistanî hatin ba hev

Sê partiyên Kurd ji bo Tifaqa Kurdistanî hatin ba hev

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê 34 partiyên siyasî dê beşdarî hilbijartinên herêmî yên ku di 31ê Adarê de tê lidarxistin bibin. Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ku mafê wê yê beşdarbûna hilbijartinan heye, bang li partiyên Kurdistanî dike ku di bin sîwana HAK PARê de bikevin hilbijartinê.

Heyeta ku ji Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Duzgün Kaplan, Alîkarê Serokê Giştî Mehmet Şîrîn Timur, Mehmet Şah Eren, endamê Meclîsa Partiyê Behçet Tektekin û Serokê HAK-PAR’ê yê Amedê Vasîf Kahraman pêk hatî li gel serokê Partiya Demokrata a Kurd (KDP) Reşît Akinci û Serokê Tevgera Azadî Metîn Pîranî civînek li darxistin.

Civîn di 13’ê Çileya 2024’an de li ofîsa PDK’ê ya Amedê pêk hat.

Nûnerên HAK-PAR, KDPê û Tevgera Azadî diyar kirin ku ew ê ji bo hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adara 2024’an de bên lidarxistin de hevkariyê bikin, geşedanên dawîn ên siyasî nirxandin û li ser stratejiya hilbijartinê ya ku li bajarên bi giranî Kurd lê dijîn û biryardariya hilbijartinê nirxandin kirin.

Nûnerên HAK-PAR, KDP û Tevgera Azadî diyar kirin ku ew xebatên xwe yên ji bo berfirehkirina tifaqa welatparêziya Kurd a ku ava kirine berdewam dikin, careke din gel mehkûmî partiyên li dijê Kurdana  nakin, ew ê gelê kurd bêpar nehêlin. Ew ê bi namzetên welatparêz ên ku dikarin bi aramî dengê xwe bidin wan, li qadan bin.

Alîkarê Serokê Giştî yê HAK-PARê Mustafa Aytaş jî got, “Em çûn serdana hemû partiyên siyasî. Û me ji wan re got ku ev mafê (tevlibûna hilbijartinan) ne tenê yê me ye, mafê hemû kurdan e jî. Werin em di vê hilbijartinê de destê xwe bidin hev. Me got em bi hev re xebatên xwe yên hilbijartinê bimeşînin. “Heta niha Tevgera Azadî û PDK’ê bi erênî bersiv dane banga me Kurdan.

Pustên heman beş