Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê: Di 3 rojan de me 77 çekdarên PKKê kuştine

turkey-pence-kilit-turkey-pkk-rojava-kurdistan-region-net

Wezîrê parastina neteweyî yê Tirkiyê ragihand, bi operasyonên asmanî di sê rojên rabûrî de 78 hedefên ku ji şikeft, sitargeh, tesîsên neftê pêk tên, hatin ji nav birin, 77 çekdarên PKKê hatin kuştin.

Wezîrê parastina neteweyî yê Tirkiyê Yaşar Guler îro roja duşemî 15/1/2024ê seroktîya civîneka ewlehiyê ya payebilind kir û got ku piştî kuştina 9 leşkerên wan ji hêla PKKê ve, di operasyonên bersivdana bilez de wan li 78 hedefên PKKê xistine.

Li gorî îdiaya wezîrê Tirkiyê, hedefên ku li Başûr û Rojava Kurdistanê hatine ji nav birin ji şikeft, sitargeh, tesîsên neftê pêk tên û di êrîşan de 77 çekdarên PKKê hatine kuştin.

Li înîya rabûrî di pevçûnên li gel PKKê, 9 eskerên Tirk li sînorê Amêdiyê hatin kuştin, piştre dewleta Tirk herêmên Metîna, Xwakurk, Gare û Qendîl û her wiha çendîn herêmên Rojava Kurdistanê bombebaran kirin.

Pustên heman beş