Iraq ji ber êrîşa li ser Hewlêrê dê giliyê li Encumena Ewlekariyê ya navdewletî bike

erbil-iraq-iran-attack

Wezareta karên derve ya Îraqê, li ser êrşên şeva borî yên li Hewlêrê daxuyanî da û ragehand ku wan komîteyek bo lêkolînê pêkaniye û dê sikalayê li Encumena Asayîşa Nêvdewletî tomar bikin.

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî bi mûşekên balîstîk êrişî Hewlêrê kir. Wezareta Karên Derve ya Îraqê, di daxuyaniya xwe de ev êrişên Îranê bi tundî şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di van êrişên Îranê sivîlên bêguneh şehîd ketin.

Herwiha hat ragihandin ku Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo li ser van êrişan lêkolînan bike û agahiyan berhev bike lijneyek ava kiriye.

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî derdora saet 23:30î bi deh mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqî yê Xirîstiyan e û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dizeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyî ya bi navê Jîne şehîd ket.

Jîneya ku di êrişa Îranê de hat kuştin 25ê vê mehê dê bibûya yek salî.

Li aliyê din, dronek li Pîrmamê û yek ji Behirkeyê hatin xistin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ev êrişên Îranê bi tundî şermezar kirin.

Pustên heman beş