Îranê derbarê êrîşên xwe yên li ser Hewlêrê daxuyanî da!

iran-erbil-attack-kurdistan

Wezareta Karên Derve ya Îranê, li ser êrişên Supaya Pasdaran a Îranê daxuyaniyek belav kir. îdia kir ku wan “ji bo parastina ewlehiya welatê xwe” ev êriş kiriye.

Supaya Pasdaran a Îranê şeva borî bi mûşekên balîstîk êrişî Hewlêrê kir.

Wezareta Karên Derve ya Îranê îdia kir ku wan “ji bo parastina ewlehiya welatê xwe” ev êriş kiriye û got: “Pêngavên leşkerî yên Îranê yên li dijî terorîstan, parastineke bihêz a ewlehiya welatê me bûn.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî îro daxuyaniyek belav kir.

Kenanî di daxuyaniya xwe de îdia kir ku “Ew êriş beşek in ji cezayên adil ên Îranê yên li hemberî binpêkirina ewlehiya welat” û berdewam kir:

“Îran tim û daîm piştgiriyê dide aştî, ewlehî û aramiya herêmê û rêzê li serweriya hemû welatan digire lê ji bo bersivdayîna çavkaniyên gefên li ser ewlehiya welat, parastina welatiyên xwe û cezakirina tawanbaran dudiliyê nake”.

 Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:

“Dijmin bi şîrovekirineke xelet meyla xwe daye tawanên li hemberî gelê Îranê û Komara Îslamî ya Îranê.

Komara Îslamî jî bi şiyana xwe ya zêde di operasyoneke hûr û biarmanc de baregehên tawankaran destnîşan kirine û ev baregeh bi mûşekên dûrhêvêj kirine hedef.

Ev pêngav beşek in ji bersivên Komara Îslamî yên li hemberî wan kesên ku li dijî ewlehiya welat û welatiyên wê gavan diavêjin.

Pustên heman beş