Amerîka û Almanyayê êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê şermezar kirin

Amerîka û Almanyayê êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê şermezar kirin

Her yek ji wezareta karên derveya Amerîkayê û wezareta derve ya Almanyayê êrişên Îranêyên li Hewlêrê bi tundî şermezar kirin û ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwestin.

Şeva borî Supayê Pasdarên Îranê derdora saet 23:30 bi deh mûşekan êrişî 8 cihên Hewlêrê kir û pênc ji van mûşekan li mala karsazê kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişa Îranê de Pêşrew Dizeyî, Kerem Mixayîlê ku karsazekî Îraqîyê Xirîstiyane û dema êrişê mêvanê Pêşrew Dzeyî bûye û keça Pêşrew Dizeyîya yek salîya bi navê Jîne canê xwe ji dest da.

Piştî vê êrîşa Îranê, hejmarek herî zêde ya wilatên cîhanê ev êrîş şermezar kirin, ji van wilatan jî her yek ji Amerîka û Almanyayê bi daxuyaniyên cuda ev êrîş şermezar kirin.

Wezareta Karên Derveya Amerîkayê êrişên Îranêyên li Hewlêrê bi tundî şermezar kirin û ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest.

Wezaretê got “em li dijî êrişên mûşekîyên bêperwayên Îranê ne ku aramiya Îraqê têk didin.”

Her weha ji aliyê xwe ve wezareta karên derve ya Almanyayê jî ev êrîşa Îranê ya li ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê şermezar kir û ragihand, “em êrişa mûşekîya îşeva Îranêya neberpirsane li Hewlêrê bi tundî şermezar dikin. Ew yekparçeîya axa Îraqê binpê dike û aramiya tevahiya herêmê dixe metirsiyê. Dilê me bi malbatên qurbaniyan reye.”

Pustên heman beş