Iraqê giliyê li dijî Îranê li Encûmena Asayişa ya Navdewletî tomar dike

Iraq-UN-Security-Council-Erbil-Iran-Attack-net

Wezareta Derve ya Iraqê li malpera xwe ta fermi belav kir, wan gilînameyek derbarê êrişên dijminane û mûşekî yên Îranê li ser Hewlêrê de, pêşkêşî Encûmena Asayişa Navdewletî û Neteweyên Yekgirtiye kir û ragihand, di êrîşan de sivîl hatin kuştin û birîndarkirin û ziyan gihiştiye mal û milkên giştî û taybet.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê de hatiye, wan bi riya Nûnertiya Hertimî yê Iraqê li New Yorkê re, du nameyên wek hev ji Sekreterê Giştî yê NY û Serokê Encûmena Asayişa Navdewletî re şandin û tê de tekez kirine ku ew kiryara dijminane ya Îranê, binpêkirina aşkere ya serwerî û ewlehiya Iraq, Herêma Kurdistanê û welatiyên Iraqê ye.

Şeva 15.01.2024 çend deverên sivîlan li Hewlêr û derdora wê bi çend mûşekên Balistî û dronan hatin armanckirin. Piştre jî Pasdarên Şoreşa Îranê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.

Di encama êrîşê de, 5 welatî şehîd bûn û 6 welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî bûn.

Piştî serdana cihê êrîş û birîndaran, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî ku Serokê Komîteya Lêkolînê ya Hikûmeta Iraqê ye ragihand: “Bi awayekî meydanî me ligel komîteya lêkolînê serdana mala sermayedarekî li Hewlêrê kir, hatibû bombebarankirin. Derket holê ku gotegotên dibêjin ku baregeha Mossadê li Hewlêrê hatiye armanckirin, ji rastiyê dûr in”.

Pustên heman beş