Tirkiye û Îran dijimnên Kurdan e, PKKe jî bi qasî wan

Ji êrîşa mûşekî ya dewleta Îranê ya li ser Hewlêrê û destpêkirina xwepêşandanên li dijî komara terorîst, PKKe û medyaya wê ketine nava liv û tevgerê û hewla bêguneh kirina Îranê dikin, bi pirsên mîna çima hikûmeta herêma Kurdistanê destûrê bi xwepêşandanên li dijî dewlet Tirk nade? Hewla guhertina rojevê û spî kirina rûyên reş yên axayên xwe yên Tehranê dike.

Gelê kurd li Başûr PKKê weke dagîrkere nas dike

Ewil em dibêjin gelê kurd li Herêma Kurdistanê baş dizane ku dijmin dijmine, her layenekî axa Kurdistanê dagîr bike yan êrîşê gelê kurd bike û tepeser bike weke dagîrker di hesbîne, eynî tişt partiyên li ser navê kurdan ji boy berjewendîya dewletên dagîrker tev digerin, ji boy gelê kurd cudahîya wan û dewletên dagîrker tune.

Sipayê Pasdaran şeva 15 ser 16 kanûna duyemîn ya 2024ê bi 11 mûşekên Balîstîkî çend nawçeyên sivîlnişîn yên Hewlêrê bombebaran kirin, 4 welatiyên sivîl şehîd bûn û 6 birîndar, rewşa hinek ji birîndaran necêgîre.

Gelê kurd li Herêma Kurdistanê û dinyayê bertekên tund li dijî Îranê nîşan dan û ev êrîş bi bê hincet, nemirovî û terorîst pênase kirin, xwepêşandan li bajarên herêma Kurdistanê ji bilî Silêmaniyê hatin encam dayîn, dirûşmeyên nerazîbûnê li dijî Îranê hatin avêtin, ji wê demê ve PKKe hewl dide rojevê biguherîne û Îranê weke dewleteke bê guneh nîşan bide.

PKKe ku beşekî fermî yê Enya Muqawemê û Heşda Şîe ye, tam li gorî ecêndaya Îranê tev digere û destekê wê di her êrîşeke Îranê ya li ser Hewlêrê û Kurdistanê de heye.

Çima gelê Başûr xwepêşandanê li dijî Tirkiyê nake?

Ji destpêkirina xwepêşandanên Başûr li dijî Îranê, PKKe hewl dide gelê kurd bi pirsên mîna çima Hikûmeta Başûr destûra xwepêşandanên li dijî Tirkiyê nade bi xapîne, yan çima gelê Başûr xwepêşandanê li dijî Tirkiyê nake?

Bersiva vê pir zelale, gelê Başûr xwepêşandanê li dijî Tirkiyê nake ji ber ku dizane û baş fêm dike ku PKKe dewam hincetan dide Tirkiyê êrîşê Başûr bike, fêm dike ku tev bextreşî û nehametiyên ji dewleta Tirk ya dagîrker gihîştine Başûr bi siponserî û palpiştîya PKKê bûne, li himberî vê partiyên Rojhilata Kurdistanê, ji bilî partiyên girêdayî Îranê “PKKe û baskên wê li Rojhilat” çi hincet nedane dewleta Îranê êrişa Başûr bikin.

Em vê pêtir zelal bikin:

Yekem: Partiyên Rojhilat, rêzê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê digirin, lê PKKe û baskên wê çi hurmetekê li Hikûmeta Herêmê nagirin û weke dijimin nêzî wê dibin.

Dûyem: Partiyên Rojhilat hemî yasayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ber çav digirin, lêbelê PKKe van yasayan nas nake.

Sêyem: Partiyên Rojhilat di şerê dijî terora DAIŞê de hemî hêza xwe ya çekdarî xiste jêr xizmeta wezareta Pêşmerge, lê PKKê ev şer bi firsend dît û herêmên Pêşmergey kontirol kirin.

Çarem: Partiyên Rojhilat çi hêzeke wan ya çekdarî li Herêma Kurdistanê û xeta sînorê bi Îranê re nîne, PKKê sînorê Başûrê Kurdistanê bi tevahî dagîr kiriye.

Pêncem: Partiyên Rojhilat çi carekê maytêkirin di welatiyên Başûr de nekirine, PKKê gundên Başûr dagîrkirine, bacê ji welatiyên başûr distîne û sitemeke mezin li wan dike.

Bi kurtasî PKKe bi taybetî ji sala 2014ê ve hewl dide ne tenê tifaqên xwe yên qirêj yên bi Îranê re veşêre belku dixwaze nasnameya dagîrkeriya Îranê jî veşêre û wê weke dewleteka bêguneh – aştîxwaz nîşan bide.

Pustên heman beş