Balafirên Tirkiyê 10 çekdarên PKKê li Garey kuştin

Turkey-F16-PKK-Gara-net-info

Balafirên şer yên dewleta Tirkiyê liv û tevgerên PKKê yên li çiyayê Garey li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin, 10 çekdarên rêxistinê kuştin.

Ajansa Anadolu îro roja yekşemî 21\1\2024ê belav kir, di êrîşeke asmanî de ku li herêma Pence Kilîtê hatiye encam dayîn, şikeftên çekdarên PKKê yên li çiyayê Gare hatine bombebaran kirin.

Destnîşan kir, di encama êrîşê de, 10 çekdarên PKKê hatine kuştin.

Wezareta parastinê ya Tirkiyê dîmenên êrîşa ku li Garey encam da ye, parve  kirine.

Artêşa Tirkiyê ji roja 12 vê mehê ve û paş kuştina 9 leşkeran li sînorê Amêdiyê, êrîşên xwe yên li dijî PKKê li Başûr û Rojava Kurdistanê zêde kirine, li gorî amarên ku tên ragihandin, herî kêm 88 çekdarên PKKê di 9 rojan de ketine ber êrîşan û hatine kuştin.

Pustên heman beş