Ala Kurdan û dûvkê nîzama Tehranê

PKK-Protest-iran-kurdistan-Flag-info

Alayê Kurdan remeza herî serke û diyar bû di çalakiyên rojên rabûrî yên protesto kirina êrîşa dewleta terorîst a Îranê de, êrîşa ku li hefteya rabûrî li dijî Hewlêrê encam day, gelê Kurd li her dera dinyayê li ala rengîn xwedî derket, wan bi berizkirina ala xwe û qêrîna dirûşmeya “Bijî Kurd Bijî Kurdistan” nîzama Tehranê rûreş kir.

Sipayê Pasdaran şeva 15 ser 16 kanûna duyemîn ya 2024ê, 11 mûşekên Balîstîkî li hin nawçeyên sivîlnişîn yên Hewlêrê barandin, 4 welatiyên sivîl şehîd bûn û 6 birîndar, zarok bûn qurbanî, Îranê bi hinceta lêdana baregehên Mosadê ev tewan encam da!.

Ji roja ewil ya êrîşê çalakî, meş û xwepêşandan ji boy protestokirina êrîşa Pasdaran hatin encam dayîn, li Ewropa li welatên Siwêd, Holenda, Siwîsre, Beljîka û Nemsa, her wiha Berîtanya û Amerîka û hin dewletên din, gelê Kurd li her derê ev êrîş protesto kir û bi berizkirina ala Kurdan û qêrîna dirûşmeyên “Bijî Kurd Bijî Kurdistan” nîzama Îranê şermezar kir.

Çapemeniya PKKê û çalakiyên protestokirina Îranê

Rêxistina PKKê ji şeva êrîşê û heya îro, hemû hewlek avêt ji bo ko rojevê biguherîne, ev êrîşa ku bi dehan dewletên zilhêz li cîhanê û her wiha civaka navdewletî her di zû de li ser axivîn û daxuyanî li ser belav kirin, çapemeniya PKKê tenê nûçeyekî du rêzkî parvekir û tê de got: “Hewlêr rastî êrîşa bi mûşekan hat, 4 kes hatin kuştin, sipayê Pasdaran êrîş girt ser xwe” .

Piştre li bajêrên Herêma Kurdistanê bijlî Silêmaniyê çalakiyên protesto kirinê destpêkirin, gelê Kurd bi kelecanek mezin ala rengîn hildan û dewleta Îranê şermezar kir, ev yêk jî bû sedema hêrseke mezin ji boy PKKê.

Tevî ku li dewletên dagîrker “Tirkiye, Îran û Sûryeyê” çalakiyên protestokirinê bi awayek cuda hatin li darxistin û bi sedema qedexeya li ser ala Kurdistanê li wan dewletan Kurdan nikarî weke Başûrê Kurdistanê û Kurdên li dervey welat ala xwe beriz bikin, lêbelê Kurdan her dengê xwe kir û li doza xwe û paytexta Kurdistanê xwedî derketin.

Hildana ala rengîn di çalakyên protesto kirinê de PKKe dîn û har kir

Ne balkêşe ku PKKê di t yêk ji çapemeniyên xwe yên nivîskî û platformên xwe yên medyayê de dîmenên prtestokirina dewleta Îranê ne înan pêş, belku bêhtir yêk peyv jî li ser nenivîsand û di hefteya rabûrî de pêtirî carekê êrîşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, PKKe û rêberên wê bi xwedey derketina Kurdan li ala rengîn, paytexta Kurdistanê û yekdengîya wan di rûreşkirina nîzama Tehranê de dîn û har bûn. Sedem jî eve PKKe ala Kurdistanê nas nake û weke ala Kurdan qebûl nake.

PKKe baş dizane ku ew ala Kurd jê re dibêjin “RENGÎN”, ala hevpara Kurdane û ji sala 1919 ve heye, lê îro ew bi heman zimanê çapemeniya dewletên dagîrker vê alê, bi “ala Barzanî û ala PDKê” nav dike û weke ala neteweya Kurd nas nake.

PKKe ala hemû dewletên dagîrker qebûl dike tenê ala Kurdistanê qebûl nake, ji ber vê em dibêjin hebûna PKKê asteng û xeteriya herî mezine ji boy netewebûna Kurdan, ji ber ku dijimnatiya PKKê bo ala Kurdistanê tê wateya dijimnatya vê rêxistinê ji bo neteweya Kurd bi xwe.

Pustên heman beş