Li Akrê û Berdereşê xwepêşandanên girseyî li dijî êrîşa Îranê birêve çûn

Li Akrê û Berdereşê xwepêşandanên girseyî li dijî êrîşa Îranê birêve çûn

Li deverên Akrê û Berdereşê li dijî êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê xwepêşandanên girseyî birêve çûn.

Îro 22/1/2024 li deverên Akrê û Berdereşê yên ser bi parêzgeha Duhokê li dijî êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin..

Xwepêşanderan êrîş şermezar kirin û daxwaz kirin êdî ew êrîş rawestin û axa Herêma Kurdistanê û hemwelatî nebin qurbaniyên wan êrîşên neyaran.

Şeva 15 bo 16 vê mehê sipaha pasdarên Îranê bi mûşekan Hewlêra paytext kir armanca êrîşê û ji ber wê jî hin hemwelatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn.

Ew kiryar û êrîşên Îranê rastî bertekên tund hatin û kurd li her cîhekî lê bin wan êrîşên Îranê şermezar dikin û nerazîbûnê nîşan didin.

Pustên heman beş