Li Sêwazê di bûyerekî trafîkê de 26 kes birîndar bûn

Li Sêwazê di bûyerekî trafîkê de 26 kes birîndar bûn

Li Sêwaz a Bakurê Kurdistanê mînîbûsekî rêwiyan û otomobîlekî li hevdan û di bûyerê de 26 kes birîndar bûn.

Di rêya navbera Koçgirî (Zara) û Bilekanê de mînîbûsa rêwyan û otomobîlekî li hevdan û bi bandora bûyerê mînîbûsê li mertalên tenişta rê da û bi wî awayî eger li wê mertalê nedaba dê ji terazinê re ango kendalê de çûba xwarê.

Li ser agahdarkirinê tîmên cendirme, tîmên agirkuj û tîmên AFADê geheştin cîhê bûyerê û di bûyerê de 26 kesên birîndar bi ambulansan ji nexwaşxaneyê re hatin veguhestin.

Ji ber barîna befrê li herêmê di rêyan de qeşa heye.

Pustên heman beş