Bedlîs – Di barhilgirê de 76 koçber hatin girtin

bidlis-kocber

Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê di nav barhilgirekê de 76 koçberên ji Efxanistanê hatin girtin û şofêrê barhilgirê jî hat desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Bedlîsê tîmên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a bajêr di çarçoveya rûbirûbûna qaçaxçîtiya koçberan de barhilgirek rawestandiye û di nav de 76 koçber hatine girtin ku ji Efxanistanê ne.

Herwiha şofêrê barhilgirê jî bi îdîaya “qaçaxçîtiya koçberan” hatiye desteserkirin û hêzên ewlehiyê ew biriye dadgehê.

Li aliyê din, ji bo dersînorkirina koçberên desteserkirî ji hêzên ewlehiyê ew birin Rêveberiya Îdareya Koçberan a parêzgehê.

Pustên heman beş