Ji bo ku xuşka xwe ji destdirêjîya wî biparêze, kadroyî PKKê dide ber Kêran

PKK-Rojava-Heseke-YPG-net

Welatiyekî Rojava Kurdistanê, ji bo ku xuşka xwe a biçûk ji destdirêjîyê rizgar bike, kadroyekî PKKê dide ber Kêran û wî bi giranî birîndar dike.

Darka Mazî ji çavkaniyên xwe yên taybet li Rojava Kurdistanê hîn bû ku li destpêka meha kanûna duyemîn ya îsal 2024ê, ciwanekî Rojava bi navê “Hesan El Neṣrat” ku bi nejad ji xiristiyanên gundê “El Işre” yê ser bi Hesekê ve ye, bi Kêran êrîşê kadroyekî PKKê yê bi navê kod “Kurtay” kir.

Hat zanîn ku ciwanê bi navê Hesan li ser gilîya xuşka xwe a biçûk ku xwendekare êrişa kadroyê PKKê yê bi navê Kurtay kir, piştî ku Kurtay bo çendîn caran hewla destdirêjiyê li ser wê keçê kirî.

Li gorî agahiyên destê me, Hesan li nêzî gundê xwe El Işre êrîşî Kurtay kirî ye û çendîn Kêr li wî da ne û ew bi giranî birîndar kiriye, ji bo çareseriyê PKKê ew rakiriye nexweşxaneya taxa Neşwe ya Hesekê.

Kadiroyê PKKê Kurtay ji Bakurê Kurdistanê ye û di tîma kolandina tûnelan de li çiyayê Ebdulezîz di xebtî.

Pustên heman beş