Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevaniyê li ser îdiayên «şerê bi PKKê» re daxuyanî da

Fermandariya-Pêşmergeyên-Zêrevaniyê-info

Fermandeya Pêşmergeyên Zêrevaniyê radigehîne, “Belavbûna wê nûçeyê ku qaşo biryar ji bo hêzên girêdayî Zêrevaniyê hatiye dan ku berhingarî çekdarên PKKyê bibin ji rastiyê dûr e”, herwesa naveroka wê nûçeyê jî red dike.

Fermandeya Pêşmergeyên Zêrevaniyê îro (Duşem, 22.1.2024) ronkirinek belav kir ku tû de amaje daye, “Li ser torên civakî nûçe û nivîsareka ji rastiyê dûr hatiye belavkirin, ku qaşo biryar ji bo hêzên girêdayî fermandeya me hatiye dan ku berhingarî çekdarên PKKyê bibin. Em li vê derê ji raya giştî re radigehînin ku ev nivîsar sexte ye û em ser û binên wê nûçeyê jî red dikin”.

Di wê ronkirinê de hatiye, “Wekî Fermandeya Pêşmergeyên Zêrevaniyê, em wesa difikirin ku belavkirina wê nûçeya sexte di vê demê de di çarçoveya wê helmetê de ye ya ku ev çend roj in piştî moşekbarankirina Hewlêrê ji aliyê nehezan ve dest pê hatiye kirin”.

Pustên heman beş