Li Silêmanî, Helebce, Raperîn, Soran û Raniye xwenîşandan li dijî êrîşên Îranê tên kirin

Slemani-iran-erbil

Xwenîşandanên cemawerî yên berfereh li Silêmanî, Helebce û Raperînê, her wiha li Soran û Raniye li dijî êrîşên mûşekî yên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê dest pê kirin.

 Îro roja sêşemî 23\1\2024ê li dijî êrîşên mûşekî yên artêşa Pasdarên Îranê li ser Herêma Kurdistanê, welatiyên bajarên Silêmanî, Helebce û Raperînê, her wiha li Soran û Raniye xwenîşandan kirin, ji bo ku nerazîbûna xwe derbarê êrîşa ku Îranê li hefteya rabûrî li ser Hewlêrê kirbû nîşan bidin.

Hejmareka rêxistinên civaka sivîl bangî xelkê Silêmanyê kirbûn ji bo ku wekî bajar û bajarkên din yên Kurdistanê hevdengî hebe li dijî wê tawanê ku Îranê li beranberî paytexta Hrêma Kurdistanê kiriye, xwenîşandanan bikin.

Li rojên rabûrî li her yêk ji bajêrên Hewlêrê, Dihokê, Zaxo û Akrê û hejmareke bajarokên din yên Herêma Kurdistanê, her weha Kurdên li seranserî dinyayê, xwenîşandanên berfereh li dijî êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê li darxistin û tê de wan ev êrîş bi terorîst, nemirovî û bi bê hincet nav kirin.

Pustên heman beş