Al Monîtor: Amerîkayê ji HSDê re gotiye em Rojava bicîh dihêlin

US-YPG-ROJAVA-INFO

Li gor raportekî malpera Al Monîtor a Amerîkayê, wezareta berevaniya Amerîkayê planek pêşneyar kiriye ku daxwaz ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dike li gel Beşar Esed rêkbikevin, ji berk u Amerîka dê Rojavayê Kurdistanê bicîh bihêle.

Ew pêşneyar di civîneke Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Qesra Spî li ser daxwaza Wezareta Berevaniya Amerîkayê hatiye kirin.

Di civînê de lijneya siyaseta navbera saziyan (IPC) beşdar bû, ku nûnerên wezaretên derve, CIA û aliyên din ên peyvendîdar beşdar bûne.

Çavkaniyekî ji Al Monîtor re piştrast kiriye ku civîn di 1ê vê mehê de birêve çûye.

Al Monîtor di raporta xwe de behsa wê yekê kiriye ku ew destpêşxerî beşek li dûvçûnên berdewam ên siyaseta Amerîkayê li Sûriyê, ku Wezareta Derve ya Amerîkayê serpereştiya wê dike, beşdariyekî berçav a aliyên Tirkiyê ve ku hevpeymanê serekî yê NATOyê ye û bi beşdariya wan ve, Amerîka dê Rojavayê Kurdistanê bicîh bihêle û ji HSDê jî xwestine li gel Beşar Esed rêkbikevin.

Çavkanî: Basnews

Pustên heman beş