Hêzên li pişt fesadiya ku dibêje “Hêzên Zêrevanî dê êrîşî PKK ê bikin” kî ne?

Hêzên li pişt fesadiya ku dibêje “Hêzên Zêrevanî dê êrîşî PKK ê bikin” kî ne?

Şeva 22ê Çile di malpera medyayê ya bi navê Shaar Pres de nûçeyek bi manşeta “Hêzên Zêrevanî ji bo êrîşî PKK ê bikin ketin hereketê ” hat weşandin. Hin hesabên medyaya civakî ji bo nûçe zû belav bibe dest bi reklam kirinê kir.

Pirr xuyaye ku ev nûçe ji navendeka neyar hatiye dirustkirina, ji ber ku dema nûçe belavkirinê balkêş bû, hêjan di ser êrîşên Îranê yên Hewlêrê re tenê çend roj derbas bi bûn. Û ne diyare ku dê heta kengî Îran helwesta xwe ya êrîşkar bidomîne. Li bajarên Kurdistanê hem şîn û hem jî fikar hebû. Heman dem hêrs û berxwedana gel derbasî nava şeqam û nevendên bajaran bibû. Li Hewlêr, Duhok, Zaxo, Soran, Akrê û Berdereşê gel bi awayekî girseyî daketin qadan. Ruhekî mezin a yekîtî û hevgirtinê derket pêş. Di dema ku gelê kurd li bendê bûn ku li navçeyên di bin îdareya YNK ê de bi taybetî li Silêmaniyê û bajarokên din jî, li dijî vê siyaseta dije kurd û qirker a dewleta Îranê helwestê nîşan bide, lê mixabin berevajî vê hêvîya Kurdan li navenda Silêmanîyê ev nûçeya “Pêşmerge dê êrişî PKK ê bike” derket.

Hêzên Zêrevanî li dijî provokasyonê helwestek zelal nîşan da

Hêzên Zêrevanî saziyeke ku ji bilî mijarên leşkerî pirr kêm daxuyaniyan dide. Lê belê ji ber ku li planekî provokasyonê hesiyan, daxuyanî dan û dîyar kirin, “Nûçe û belgeyên îro li ser medyaya civakî hatin parvekirin û tê îdiakirin ku leşkerên di bin fermandariya me de li dijî PKK ê ketine hereketê, derew in û ev nûçe ji rastîyê dûr in. 

Fermandeyê hêzên Zêrevanî di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Em di vê dema hestîyar de belavkirina van nûçeyên derew weke berdewamiya êrîşa mûşekî ji aliyê dijminan ve li ser Hewlêrê dibînin.” Bi vê daxuyanîyê fermandeya Zêrevanî, bal kişand ser xala herî girîng.

jêdera nûçeyê, Shaar Press ya kî ye?

Medyaya ku ev nûçe ye derew belav kirî Shaar Press; ya kesekî bi navê Kemal Reûf e. Kemal Reûf berê bi Noşîrvan Mistefa re tevdigeriya. Lê piştre ji tevgera Goran derket û bi YNK ê re têkildar bû. Niha jî li nêzîkî Bafil Talebanî disekine û ji aliyê YNK ê ve tê fînansekirin. Ev malper Shaar Press rasterast ji aliyê hêzên Antî-Terorê yên YNK ê û rêveberên mejiyê YNK ê ve tê birêvebirin. Du rêveberên girîng ên YNK ê hene ku bandorê li ser Shaar Press dikin, yek ji wan fermandarê hêzên Antî Teror a YNK ê Wehap Helepçeyî ye û kesê din jî Arêz Ebdullah e. Arêz Ebdullah navekî kêm naskirî lê sindoqa reş a YNK ê ye û destekî Cemîl Bayik yê qedîm e. pêwendiyên di navbera YNK ê û PKK ê Arêz çêdike û dimeşîne. Loma jî jêderka nûçeyê û kesên ew çêkirî ne normal in. Ev nûçe ji alîyê YNK ê û PKK ê ve bi zanebûn hatîye çêkirin û belavkirin. Ev nûçe li ser bingehê plankê hatîye çêkirin dixwazin provakasyonekê dirust bikin.

Nûçe berhema eqlîyeta hevpar a PKK û YNK ê ye

Ev malper û nivîskarên wê ên ku nûçe çêkirine xwedî nasnameya YNK ê ne, lê tilîya PKK jî di nav de ye. navenda medyaya PKK ê ev nûçe weke bayê birûskê wergêrand zimanê tirkî û li hemû medyaya xwe de weke “nûçeya lezgîn” belav kir. Yanî ev nûçe ji bo berjewendiyên hevpar ên YNK û PKK ê hatiye çêkirin. Tişta balkêş ew e ku medyayên YNK û PKK ê bi vê nûçeya derew xwest raperîna Kurdan ya li dijî Îranê ji rojevê bixin û êrişên li ser Hewlêra paytext rewa bikin. Di heman dem ragehandina Îranê jî wêneyên şehîd Pêşrew Dizeyî yên fotoshop kirî belav dikir.

Êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê bi kêrî YNK û PKK ê hat, lê ji ber berteka gelê Kurd nekarîn bigehin armanca xwe. 

Mînak dewleta Iraqê jî di heman rojê de êrîşa Îranê şermezar kir, lê mixabin YNK ê piştî rojekê daxuyaniyek da û şermezar kir. PKK ê jî piştî 5 rojan daxuyanî da lê şûna Îranê şermezar bike PDK tewanbar kir. Piştre jî rêveber û medyayên her du aliyan ev nûçeya derew ji bo rewakirina êrişên Îranê belav kir. weke mînak rêveberê YNK ê yê bi navê Ferît Esesert ji Dengê Amerîka re axivî û got Îran valavala li cihekê naxe, bi îhtîmaleke mezin Îranê îstîxbarata şaş wergirtiye û ji ber vê yekê jî lê xistî ye” yanî ev serkirdeyê YNK tohmetên Îranê piştrast dike û dixwaze êrişên Îranê li ser Hewlêrê rewa bike. 

Ji aliyek din ve medyaya PKK ê ti carî dest ji dijminatiya Herêma Kurdistanê berneda. Bêyî ku behsa Îranê bike, nûçeyên ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dike armanç çêdike.

Lê pilan wekî ku wan dixwestin nemeşî. Komkujiya Îranê ya li Hewlêrê li dijî xelkê sivîl di nava kurdan înfaal ava kir. Gelê Kurd ev êrişa Îranê weke êrişa li ser netewa Kurd û îradeya wê dît û li dijî wê helwst girtin. Helwesta şermok a rêveberiya YNK ê jî ji aliyê gel ve rastî bertekan hat, loma jî mecbûr ma ku çavên xwe li biryara xwepêşandanên Silêmanîyê û Helepçe bigire. Li gorî çavkaniyên herêmî hin rêveberên weke Arêz Ebdullah li dijî xwepêşandana ku Silêmaniyê were kirin derketî ye. Lê biryar û helwesta gel mecal neda van bermayîyên cehşên Îranê. 

Rojek berîya xwepêşandana Silêmanîyê Shaar press ev nûçeya provakatîf a derew belavkir.

Gelo Armanç çi ye?

Di rastiyê de, di nûçeyê de armancek provokatîf diyare, ew jî guhertina rojevê û belavkirina hesta yekîtiya di nava gel de ye. Ew dixwazin bi dubendiyên siyasî, hevgirtina gel lawaz bikin û berteka li dijî Îranê belav bike û biseknîne. Gelê başûrê Kurdistanê êrişa Îranê weke tecawiza li ser netewa Kurd dît. Ew dewleta êrişî Jîna ya 11 heyvî bike dê siberoj êrişî hemû xelkê sivîl û mehsûm ê Kurd bike. Helwesta gelê Kurd; Hewlêr mala me ye, qibleya me ye, paytexta me ye û hûn nikarin îradeya me bişkînin! Vî cewê netewperwer hemû dijberên Kurd aciz kirin.

Li Kurdistanê layenekî li gorî berjewendiyên Îranê ên dije Kurd tevdigere heye. Ev hêze ne YNK-PKK-Heşdî Şebî di bi sponsorîya Îranê de dijîn. Ev rewşa heyî plansazîyên Biharê yên van pêkhateyên Îranê aloz kir. Armanca van hêzan ew bû ku li gel werzê Biharê êrişên li ser Kurdistanê berz bikin. Lê helwesta gel ew neyar xistine nava dudilî û fikaran de.

Bajarê Silêmanîyê ev demeke dirêje bûye navenda hevpar a van pêkhateyên Îranê. Li wir gelek çalakiyên weke xwepêşandana mamostayan, êrîşên Hewlêrê, bêhêz kirina saziyên Hikumeta Herêmê, manîplasyonên medyayî û hwd tên meşandin.  Yanî li gorî hevparkirina erk û karî Iraq dê ambargoya aborî li ser Hewlêrê bisepîne, Heşda Şeîbî dê bi drona êriş bike, PKK bi hinceta tirkan dê şerî bikêşe nava bajarên Başûr, YNK jî di nava Hikumeta Herêmê de dê tengasîya ava bike û bi sere xwe li gel Iraqê peywendiyan dane û êrîşên leşkerî yên li dijî Hewlêrê wê ber bi biharê ve zêde bibin. Ji xwe PKK ji zû ve li navenda Gare-Bıradost ji bo êrişî Pêşmergê Kurdistanê bike xwe amade dike . Lê cewê heyî rê nade vê êrîşa PKK ê. Ji bo vê yekê jî baskê bi bandor di nava YNK ê û PKK ê de hewl didin vî cewê yekîtiyê û bergirîya gel belav bikin û heyva Adarê de şer û pevçûnan li herêmê berz bikin. 

Piştî bertek û daxuyaniya Fermandariya Hêzên Zêrevanî, Shaar Press neçar ma vê nûçeyê jê bibe. Lê ev ne rewşeke ku mirov bi sivikî paşguh bike. Divê em ji bîr nekin ku gur ji hewayê mijûmuran hez dike. Loma jî divê hem pirr şîyar bin. Wê bênavber provokasyona hêzên di bin soponsorîya Îranê de ne, weke Heşdî Şeibî-PKK-YNK berdewam bikin.

Pustên heman beş