Rastiya êrîşa PKKê ya devera Amêdiyê li ser hêza Pêşmerge

PKK-Pêşmerge-amedi-net

Çekdarên rêxistina PKKê duh li devera Amêdiyê êrşî hêza Pêşmerge kir, derbarê vê êrîşa dijminkarî Darka Mazî rastiya bûyerê aşkere dike.

Çavkaniyên taybet yên pêgeha Darka Mazî îro agahî derbarî êrîşa duh roja çarşemî 24\1\2024ê ya çekdarên PKKê li ser hêza Pêşmerge li devera Amêdiyê aşkere kirin:

Bûyer wisa bû:

Li 24\1\2024ê li demjmêr 10:00î sipêdê, du otomobîlên çekdarên PKKê yên ji cureya “Pick Up debil kabîne” ji aliyê gundê Spîndara Xelfo li devera Berê Gare ber bi gundê Sergelê yê nahiya Dêrelokê li devera Nihêlê çûye, li nêzî nuqteya hêza Pêşmerge ya li aqarê gundê Sergelê li demjimêr 11:05 î sipêdê gulle berdane nuqteya Pêşmergey, hinek ji gulleyên çekdarên PKKê li nêzî nuqteya Hêza Asayîşê ya li dûryana gundê Dêreşê ketine û hêza Pêşmerge jî bersiva wê teqê daye.

Çavkaniyên Darka Mazî aşkere kirin, çekdarên PKKê yê, ku gulle berdan hêzên Pêşmerga piştre ji wê derê reviyan.

Çend rojan berê di medyaya bi navê SharPress de ku nêzî rêveberên YNKê ye û navenda wê li Silêmaniyê ye, belgeyeke sexte bi sernavê “Hêzên Zêrevanî dê êrşî PKKê bikin” hatbû belavkirin.

SharPress piştî daxuyanya Fermandariya Zêrevanî ku nûçeya wan bi derew da diyarkirin, nûçe jê bir. Her çiqas nûçe û belgeya hatiye weşandin derew bû jî lê medyaya PKKê bi awayekî berfereh ev nûce xist rojevê.

Îro hêzên PKKê ji bo îstîfzazkirna hêzên Pêşmerge li devera Amêdiyê gulle berdan Pêşmergeyan û xwest ajawegêriyê dirist bike û behaneyekî jî ji boy êrîşa xwe ya pilankirî çêbike.

Pustên heman beş