Hevpeymanîya Navdewletî milîsên Îranê li sînorê Îraqê bombebaran kirin

US-Iran-Syria-attack

Bi êrîşeke asmanî ya “Hevpeymaniya Navdewletî”, 8 endamên firqeya 47 ya milîsên Îranê di depoyeke çekan de li nêzîkî sînorê Sûrye – Îraqê hatin kuştin û birîndarkirin.

Rwangeha Sûrî ya mafên mirovan belavkir, îro roja pêncşemî 25/1/2024ê di encama bombebarana balafirên şer yên Hevpeymaniya Navdewletî de bo embareke çek û cebilxaneyan li devera pîşesazî ya li derdora bajarê Elbûkemal, li rojihlatê Dêrazorê ku dikeve nêzîkî sînorê Sûrye – Îraqê, du milîsên Îranê hatin kuştin û 6 birîndar bûn.

Her wiha diyar kir, teqîneke bihêz li cîhê êrîşê li derdora bajarê Elbûkemal rûda, hevdem li gel stûnên dûmanê ku ji cîhê êrîşê bilind dibûn.

Pustên heman beş