DEM PARTI li gora encama hevdîtina biryara Stanbolê dide!

DEM PARTI li gora encama hevdîtina biryara Stanbolê dide!

Di derbarê hilbijartinên Stanbol û 3 bajarên dine Tirkiye de, navbera CHPê û DEMê de hevdîtin berdewamin. Ji ber wê yekê jî heta niha DEMê biryar nedaye ka dê li Stanbolê berbijêrekî derêxe yan na. Ev yek li gora encama hevdîtinên DEMê û CHPê ye. Herweha tê zanîn ku, hinek hevdîtinên nehînî di navbera AK Partiyê ş DEMê de jî ji bo Stanbolê hene.

Berpirsekî DEMê li ser vê mijarê daxûyakirin ku, di çarçoveya nîqaşên di nava partiyê de hatine kirin de heta niha biryareke zelal nehatiye girtin û got, di encama danûstandinan de ew ê di dawiyê de helwesta xwe ya li hember Stenbolê eşkere bikin.  Berdewamiya daxûyaniya xwe de berpirsê DEMê got:

“Dema ku em li meyla Stenbolê dinêrin, em di ortê de radiwestin. Her tişt tenê bi însiyatîfa me pêş nakeve. Her wiha girîng e ku aliyên din çawa tevdigerin. Em niha dixwazin di rêvebirina bajarên Rojava de bibin şirîk. Di vê rêveberiyê de xwedî gotin bin. Ger ev derdor çêbibe dê hevkarî derkeve holê. Tenê dengdan ne hevkarî ye.”

Pustên heman beş