Kolberek bi guleyên hêzên ewlehiya Îranê hat kuştin

kolber-net-info

 Kolberekî bajarê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê di dema kolberiyê ya li sînorê wî bajarî de, bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê hat kuştin.

Duh 27.01.2024ê êvari kolberekî temen 45 salî yê xelkê bajarê Seqizê yê bi navê Mensûr Mihemedînijad di dema kolberiyê de bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê li sînorê Bestamî ya ser bi bajarê Seqizê hate kuştin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw vê derbarê de ragehand, ew hemwelatî xelkê gundê Cunyan a ser bi navçeya Zêwe ya ser bi bajarê Seqiz e û li rûbarê Bestam bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê ve hatiye kuştin.

Di heman raportê de hat gotin, ew kolber ji piştê ve û bi guleya çeka keleşînkof hatiye kuştin.

Pustên heman beş