Li hember binkeyekî Amerîkayê li Rojava Kurdistanê êrîşekî bi dron pêkhat

Li hember binkeyekî Amerîkayê li Rojava Kurdistanê êrîşekî bi dron pêkhat

Milîsên çekdar ên Iraqê binkeyekî leşkerî ya Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê kirin armanc.

Kanala El Hedes a erebî ragehand, îro 28.01.2024ê Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê, ku ji grubên milîsên şîe yên Iraqê pêktê, êrîşeke esmanî bi dron li ser binkeyekî hêzên Amerîkayê yên li navçeya El Şedadî ya li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê pêkanî.

Derbarê ziyanên canî û madî de ti zanyariyek nehate belav kirin.

Piştî destpê kirina şerê navbera Îsraîl û Hemasê yê 7ê cotmeha 2023yê, li Iraq û Sûriyê êrîş li hember binkeyên leşkerî yên Amerîka û Hêzên Hevpeyman pêktên û berpirsyartiya piraniya wan êrîşan jî Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê girtine serxwe.

Pustên heman beş