Teyf xan û çalakvanên birêz we dews dît, emê hirçê nîşanî we bidin!

Tayif-Sami-Iraq-Kurdistan-employee-net-info

Pêtirî 10 salan derbasbûn û Hikûmeta Federala Îraqê ya ku bi fîta Tehranê her çi siyaseteke nemeşrû li dijî Herêma Kurdistanê di meşîne, her carê hincetekê ji boy neşandina mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bi kar tîne, herî dawî wezîra darayî go ku wê têbînî li ser lîsta wezîfedaran hene, ev jî hinceteke din a bê bingehe û Hikûmeta Kurdistanê amadehîya xwe ji boy hûrbînya lîstê îlan kirî ye, rojên pêş me jî wê vê derewa wezîra darayî ya Îraqê îfşa bike.

“Darka Mazî” ji çavkaniyên xwe agahiyên herî taybet derbarê bi sedan hêzên çekdar yên nemeşrû ku ji boy serokhozên Şîe û Sunne hatine avakirin û bi hezaran çekdar tê de ne û navên wan weke wezîfedar di lîstên Hikûmeta Federal de hatine cih kirin.

Teyf Samî wezîra darayî ya Îraqê, li rojên rabûrî daxuyanî derbarê 615 milyar dînarên wezîfedarên Kurdistanê da û got: “Em nikarin wî kojmeyê pereyan ji boy Hikûmeta Kurdistanê bişînin ji ber ku me têbînî li ser lîsta wezîfedaran hene”. Kesên ku xwe weke çalakvan li Herêma Kurdistanê jî didin naskirin ketine nava hewlên mezin de û bûne bûqa Teyf xanê û bi daxuyanî û agahuyên wê yên bê bingeh êrîşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.

Li gorî lîstên ku bi dest “Darka Mazî” ketine, bi sedan hêzên çekdar li jêr navê “Hêzên Eşaîrî” ji boy serokhozên Şîe û Sunne hatine avakirin û ev hêz ji boy tasfiyeyên kesî û têkdana ewlehîya welat tên bikaranîn, lê belê neberçavkên Teyf xana xwedîya têbînîyan û ne çalakvanên saxte yên Kurdistanê jî ti carî nikarin û cesaret jî nakin bas li van hêzan bikin ku bi tevahî pereyên wan ji budceya wezîfedaran tê dayîn.

Gelo em dipirsn qey heger hêzên hemawa li Herêma Kurdistanê ji boy serokhozan hatiban avakirin, ev kesên ku xwe weke çalakvan di hesbînin, her wiha hîzbên Îslamî yên ku banga radestkirina petrolê bo Bexdayê dikrî da bi vî awayî bê deng mînin?

Gelo çima ew dengê xwe nakin û çima ev hîzbên siyasî yên bi nav Îslamî nikarin li pêşberî gel derkevin û bibêjin me şaşêtî kir û em bûne beşekî vê siyaseta birçîkirinê ya ku ev 10 salin Hikûmeta Şîe ya Bexdayê li ser Kurdên Başûrê Kurdistanê dimeşîne?

Em ji Teyf xana wezîra darayî dixwazin berçavkên xwe paqij bike û baş li van lîstan binere û piştre ji nû ve were têbînyên xwe yên derbarê lîsta wezîfedarên Kurdistanê bi belge û delîl li medyayê bîne pêş û bixe ber çavên gel.

“Darka Mazî” navên 76 ji lîstên wan “Hêzên Eşaîrî” parvedike yên ku her lîstek bi sedan çekdar li jêr navê wezîfedaran tê de hatine cih kirin û pereyan li ser hesaba wezîfedarên belngaz distînin:

Navên hêzan wisaye:

1- Lîwa 16 bi navê Hêza Tirkuman ya Sîd Elî El Hisênî.

2- Lîwa 1 bi navê Îmam Mihemed Cewad, ya Ebu Cenan El Besrî.

3- Lîwa 3 bi navê Teşkîl Esed Amirlî, ya Ebu Turab Eltemîmî.

4- Lîwa 4 bi navê El Emamyîn El Eskeryîn, ya Ebu Henan Elkenanî.

5- Lîwa 5 bi navê Teşkîl El Kerar, ya Ebu Zirxam Elmetorî.

6- Lîwa 9 bi navê Lîwa Kerbela ya Ebu Sadiq Elhilî.

7- Lîwa 10 bi navê Lîwa Bedir, ya Ebu Seher Elmiryanî.

8- Lîwa 21 ser bi Rêxistina Bedir, ya Xizeyr El Metrohî.

9- Lîwa 22 ser bi Rêxistina Bedir, ya Ebu Kewser El Mihemedawî.

10- Lîwa 23 ser bi Rêxistina Bedir, ya Beşîr El Enkebî.

11- Lîwa 24 ser bi Rêxistina Bedir, ya Ehmed Sedûn El Temîmî.

12- Lîwa 27 bi navê Hêza Şehîd Ebu Muntezer El Mihemedawî, ya Ebu Ehmed Eltelêbawî.

13- Lîwa 52 bi navê Fewc Amirlî, ya Mehdî Teqî Amirlî.

14- Lîwa 53 bi navê Lîwa El Hisên, ya Elî Eluş Elkerar.

15- Lîwa 15 bi navê Hêza Şehîd El Sedir, ya Mihemed Hamid.

16- Lîwa 31 bi navê Yekîneyên Risalyûn, ya Ednan El Şehmanî.

17-Lîwa 25 bi navê Hêza Şehîd El Sedir ya Yekem, ya Ebdulla Fezil Sekib.

18- Lîwa 35 bi navê Hêza Şehîd El Sedir, ya Ebu Sadiq El Meyahî.

19- Lîwa 7 bi navê Hêza Munteze, ya Daxir Mûsewî.

20- Lîwa 28 bi navê Seraya Ensar El Eqîde, ya Ebu Zîn El Abidîn El Xezî.

21- Lîwa 8 bi navê Seraya Aşûra, ya Ebu Ehmed Kazim El Cabrî.

22- Lîwa 313 ser bi Seraya Selam ya Ebu Zehra El Seîdî.

23- Lîwa 314 ser bi Seraya Selam ya Ebu Hesen El Hilfî.

24- Lîwa 315 ser bi Seraya Selam ya Sefa El Temîmî.

25- Lîwa 12 ya Ekrem El Kebî ser Bi Tevgera Nuceba.

26- Lîwa 17 ya Hesen El Sarî ser bi Seraya El Cîhad/Tevgera Nuceba, ya Ebu Hisên El Hemîdawî.

27- Lîwayên 45 û 46 û 47 ser bi Seraya Bergirya Şebî û Yekîneyên Hizbulla, ya Ebu Hisên El Hemîdawî.

28- Lîwa 41 ya Ebu Zafir El Zyadî ser bi Esaîb Ehlulheq, ya Qeys XezElî.

29- Lîwa 42 Ya Ebu Baqir Elî Cibûrî ser bi Hêza Şehîd Ebu Mûsî Amirî / Esaîb Ehlulheq, ya Qeys XezElî.

30- Lîwa 43 Ya Ebu ṣAdq El Igêlî ser bi Hêza Sebi Dicêl ya Esaîb Ehlulheq, ya Qeys XezElî.

31- Lîwa 44 Ser bi Ensar El MerceYe, ya Hemîd El Yasrî.

32- Lîwa 26 ser bi Firqeya El Ebas ya Şerker, ya Meysem El Zeydî.

33- Lîwa 2 ser bi Firqeya Îmam Elî ya Şerker, ya Tahir El Xaqanî.

34- Lîwa 11 ser bi Elî El Ekber, ya Elî El Hemdanî.

35- Lîwa 40 ser bi Yekîneyên Îmam Elî, ya Şibil El Zeydî.

36- Lîwa 18 ser bi Seraya El Xurasanî, ya Ehmed Mihsin Mehdî El Yasirî.

37- Lîwa 29 ser bi Yekîneyên Ensar El Hice, ya Ehmed El Firêcî.

38- Lîwa 6 ser bi Yekîneyên Cund El Îslam, ya Ebu Kerar El Esedî.

39- Lîwa 14 ser bi Yekîneyên Seyid Şuheda, ya Ebu Ala El WelaÎ.

40- Lîwa 20 ser bi Hêza Eltef, ya Haşim Ehmed Hentuş El Temîmî.

41- Lîwa 50 ser bi Tevgera Babilyûn, ya Reyan Kildanî.

42- Lîwa 33 ser bi Hêza Wedulla, ya Heqî ÎsmaÎl Emîn.

43- Lîwa 86 ser bi Ehrar El Îraq ya Mehdî El Sumeydeî.

44- Lîwa 91 ser bi Newadir El Şemer, ya Ebdulrehîm El Şemerî.

45- Fewca El Tenaya ya Hemûd El Meyah ser bi Heşda Eşaîrî.

46- Lîwa 51 bi navê Lîwa Selaheddîn, ya Yezin Mişan Cibûrî, ser bi Heşda Eşaîrî.

47- Lîwa 88 Bi navê Hêza Umeye El Cebare, ya Wens El Cebare ser bi Heşda Eşaîrî.

48- Lîwa 39 Bi navê Mixawîr El Cibûr, ya Ebdulmuhsin Ebd Rebe El Cibûrî ser bi Heşda Eşaîrî.

49- Fewca El Teaxî ya Yasîn Hisên Musilh El Cibûrî ser bi Heşda Eşaîrî.

50- Lîwa Neda Diyala ya Wezah Keym Ebdulla ser bi Heşda Eşaîrî.

51- Lîwa 201 Bi navê Zêrevanên Neynewa ya Esîl Nucêfî ser bi Heşda Eşaîrî.

52- Fewca Heşda Başûrê Mûsil ya Nezhan Sexer El Luhêbî ser bi Heşda Eşaîrî.

53- Lîwa Heşda El Yawer, ya Sefog Man El Icêl El Yawer ser bi Heşda Eşaîrî.

54- Fewca Beyariq El Îraq, ya Mîqdad Şêx Faris El Sebawî ser bi Heşda Eşaîrî.

55- Lîwa 56 Bi navê Lîwa Heşd Şuheda Kerkûk, ya Îsa Sebîl El Cibûrî ser bi Heşda Eşaîrî.

56- Lîwa 90 bi navê Fursan El Cibûr, ya Ehmed El Cibûrî ser bi Heşda Eşaîrî.

57- Fewca Şuhda El Geyare ya Mihemed Merîd El Cibûrî ser bi Heşda Eşaîrî.

58- Fewca El bu Tume ya Mehdî Salih El Cibûrî ser bi Heşda Eşaîrî.

59- Lîwa 92 bi navê Lîwa El Lwêziyîn ya Ebdulrehman El Lwêzî ser bi Heşda Eşaîrî.

60- Lîwa 19 bi navê Lîwa El Bu Mitêwit ya Elî El Mitêwitî ser bi Heşda Eşaîrî.

61- Fewca 40 bi navê Teşkîl Rid ya Egab El Nayîf ser bi Heşda Eşaîrî.

62- Fewca Ehrar El Furat, ya Ebdulla El Cixêfî ser bi Heşda Eşaîrî.

63- Fewca Ehrar El Girme ya Mehmûd Murza Ferhan El Cumeylî, ser bi Heşda Eşaîrî.

64- Lîwa 3 bi navê Heşda Enbar ya Feysel Hisên Ferhan El Cixêfî ser bi Heşda Eşaîrî.

65- Lîwa Amiryet El Simûd ya Xemîs El Îsawî ser bi Heşda Eşaîrî.

66- Fewca Heşd Ebna El Xerbiye ya Cemal Şehab Elmehelawî ser bi Heşda Eşaîrî.

67- Fewca EşaIr Şemal El Remadî, ya Tariq El Esel ser bi Heşda Eşaîrî.

68- Fewca Yekîneyên Şêx Elî El Nimrawî ya Elî Ebd El Ferîh ser bi Heşda Eşaîrî.

69- Fewca Siqur Sehra El Rutbe ya Şakir Ebu Rîşe ser bi Heşda Eşaîrî.

70- Lîwa Girmet El Feloce ya Cume Fezi El Cumeylî ser bi Heşda Eşaîrî.

71- Fewca Serxet El Heq ya Cume Fezi El Cumeylî ser bi Heşda Eşaîrî.

72- Lîwa Dir El Feloce ya Macid El Mihemedî ser bi Heşda Eşaîrî.

73- Lîwa Nexwet El Neşama ya Raf El Fehdawî ser bi Heşda Eşaîrî.

74- Fewca Dir El Cezîre ya Eqîd Muzhir El Bîlawî ser bi Heşda Eşaîrî.

75- Fewca Teşkîl El Ewel ya Işair El Rimadî ya Ehmed Ebdulla El Bîlawî.

76- Fewca Heşd El Bexdadî ya Sedam Kerb Sermed ser bi Heşda Eşaîrî.

Li dawiyê jî em ji Teyf xanê wezîra darayî ya Îraqê ya xwedîya têbînîyan, her wiha hizbên siyasî yên Îslamî li Herêma Kurdistanê, her kesê ku xwe bi çalakvan dizane û ji boy berjewendiyên xwe li xemên wezîfedarên Kurdistanê siwar bûy û bi sûd wergirtin ji êş û azarên wan ku ev 50 rojin Bexdayê mûçeyê wan neşandî êrîşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, em jê re dibêjin: “We dews dît, êca va hirç ji boy we, heger we cesaret hebe wê navê yêk ji van hêzan were ser zimanê we, ne wele hema ji kerema xwe tenê bibêjin me têbînî li ser lîsta Ebo Ala Elwelaî yan lîsta Ṣumeydeî hene, hema me bi teşhîrkirina lîsta Reyan Kildanî jî qebûle” .

Pustên heman beş