Li Sûriyê û Urdinê êrîş li ser çar binkeyên leşkerî yên Amerîkayê pêkhatin

Li Sûriyê û Urdinê êrîş li ser çar binkeyên leşkerî yên Amerîkayê pêkhatin

 Ajansa Sky Newsê ragehand ku Eniya Berxwedaniya Îslamî li Iraqê aşkera kir, çar binkeyên leşkerî yên li Sûriye û Urdinê kirine armanc û 3 leşkerên Amerîkayê hatine kuştin û çend leşkerên din jî birîndar bûne.

Li gor daxuyaniya heman gruba milîs belav kiriye, bi rêya dronan ve binkeyên El Şedadî û binkeyê Rekban û binkeyê Tenef ên leşkerên Amerîkayê li Sûriyê kirine armanc û herwaha li navxweyî Filîstînê jî saziya deryayî Zêvulun kirine armanca êrîşê.

Eniya Berxwedana Îslamî li Iraqê ragehand ku dê êrîşên li ser binkeyên Amerîkayê berdewam bikin û vê wek piştevaniya xelkê Xezê dê zêdetir jî bikin.

Ajansa Sky News ragehand ku hikûmeta Urdinê red dike ku li nav Urdinê êrîş li ser binkeyê leşkerî yê Amerîkayê pêkhatibe, lê fermandariya navendî ya Amerîkayê ragehand, binkeyekî leşkerî bi rêya dronan rastî êrîşê hatiye û di wê êrîşa li bakurê Urdinê pêkhatî de 3 leşkerên Amerîkayê hatine kuştin, 25 leşker jî birîndar bûne.

Pustên heman beş