Li Almanyayê bi navê DAVA partiyek nêzîkî Erdogan hat damezirandin

Li Almanyayê bi navê DAVA partiyek nêzîkî Erdogan hat damezirandin

Damezirandina partiya bi nave DAVA (DOZ) li Almanyayê bû sedema nîqaş û raberizandinan. Her çiqasî serokê partiya DAVA dibêje em ne girêdayî tu hêz û partiyan e jî, gelek ji damezrênerên partiyê ji pêvajoya AKP-MHP û îslamîstên Tirk tên.

Partiya Tifaqa Demokratîk a Pirrengî û Şiyarbûnê (Demokratische Allianz für Vielfalt und Aufbruch, DAVA), ku ji aliyê koçberên bi eslê xwe Tirk in hatiye damezrandin, li Almanyayê bû sedema nîqaşan.

Rojnameger û siyasetmedarên angaş (îddîa) dikin ku partiya DAVA ‘berfirehiya AK Partiyê ye’ rexne lê girtin. Rojnameya herî mezin a welêt Bild, partiya DAVA bi sernavê “Partiya Erdogan” nirxand û gelek rojname jî heman pênase bi kar anîn.

Hat diyarkirin ku wê partiya DAVA di Hezîrana bê de beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê bibe û şansê wê yê bidestxistina kursiyan jî heye.  Partiya DAVA bi daxuyaniyek nivîskî angaştên ku dibêjin DAVA girêdayî AK Partiyê ye red kir.

Di nav damezrênerên partiyê de kesên ku di Yekitiya Karên Diyanetê ya Tirk-Îslamê (DÎTÎB) û rêxistina AK Partiyê ya Ewropayê ya Yekîtiya Demokratên Navneteweyî (UÎD) de dixebitin hene.

Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Saskia Esken ji televîzyona Welt re axivî û got: “Divê em ne destûrê bidin rastgirên tund ên dixwazin koçberan dersînor bikin û ne jî meylên cudaxwaz ên Recep Tayyîp Erdogan. Divê em bi awayekî eşkere ji welatiyên xwe yên bi eslê xwe Tirk re bibêjin ku li Almanyayê cudakarî tuneye û em hemû yek gel in”.

Alîkarê Serokê Koma Bundestagê ya Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) Jens Spahn, di platforma X de partiya DAVA wek ‘partiyek tundrew’ bi nav kir. Spahn îdia kir ku avakirina partiyê ji ber ku hikûmeta koalîsyonê ya ji SPD, Keskan û Partiya Demokratîk a Azad (FDP) pêk tê, ji ber sedema qebûlkirina “du hemwelatîbûnê” pêk hatiye.

Berdevkê Polîtîkaya Navxweyî ya CDU Christoph de Vries ji Hikûmeta Federal xwest ku Partiya DAVA biçûk nebîne. De Vries got: “Pêwîst e yekîneyên ewlekariyê çavdêriya çalakiyên partiyê û peywendiyên wê, eger hebe, bi hikûmeta Tirkiyê re bikin”.

Pustên heman beş