Artêşa Tirkiyê 2 çekdarên YPGê kuştin

ypg-pkk-info

Artêşa Tirkiyê di êrîşekê de ku li Rojava Kurdistanê encam daye, du çekdarên YPGê kuştin û ragehand operasyonên wan yên li dijî terorê wê bidomin.

Ajansa Anadolu îro roja çarşemî 31\1\2024ê belav kir ku artêşa Tirkiyê li herêmên Mertalê Feratê û Kaniya Aştiyê yên li Bakurê Sûryeyê 2 çekdarên YPGê “baskê leşkerî yê PKKê li Rojava Kurdistanê” kirine armanc.

Wezareta parastina neteweyî ya Tirkiyê got: “Hêzên meyên çekdar, li herêmên Mertalê Feratê û Kanya Aştiyê yên li Bakurê Sûryeyê du çekdarên PKKê\YPGê beriya ku bighêjin armancên xwe, kirin armanc. Operasyonên me heta terorîstê dawîn bê dê bidomin”.

YPGê jî nasnameya çekdarekî xwe aşkere kir ku roja duşemya rabûrî 29\1\2024 di êrîşeke Tirkiyê de li sînorê Hesekê hatibû kuştin.

Pustên heman beş