Çeteyên PKK’ê zarokeke 13 salî ji gundewarê Kobanê revand

Çeteyên PKK’ê zarokeke 13 salî ji gundewarê Kobanê revand

Zincîra revandina zarokan li Rojava Kurdistanê ji aliyê çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” yên ser bi PKK’ê ve berdewam dike, herî dawiyê zarokeke 13 salî li Kobanê revand.

Jêderekî ji malbata zaroka revandî ya bi navê Semîre Elî Mor ji bo medyayê ragihand ku beriya 2 rojan tevgera Ciwanên Şoreşger ya bi ser HSD’ê ve keça wan Semîre ya temen 13 salî ji gundê wan Bihir Cirûd li gundewarê Kobanê revand û berev cihekî ne diyar ve birin.

Malbatê da zanîn ku wan seredana tevaya dam û dezgehên bi ser rêveberiya PYD’ê ve kirin, û ji wan re gotin ku keça wan Semîre li leşkergehên wane li bajarê Hesekê yê Rojava Kurdistanê.

Tevî ku malbata zaroka revandî banga vegerandina keça xwe Semîrayê dikin daku berdewamiyê bi xwendina xwe bide, lê rêveberiya PYD’ê bi vê daxwaza wan razî nabe.

Pustên heman beş