Balefirên Îsraîlê hin pêgehên artêşa Sûriyê bombebaran kirin

Balefirên Îsraîlê hin pêgehên artêşa Sûriyê bombebaran kirin

Artêşa Îsraîlê ragehand, îro 31.01.2024ê balefirên wan ên şer bi dehan pêgehên artêşa Sûriyê li navçeya Dara ya li başûrê Sûriyê bombebaran kirine û ev wek bersivek ji bo wan êrîşên mûşekî yên ji Sûriyê ve li ser bilindayiyên Golanê hatine kirin pêkhatiye.

Şeva borî 3 mûşek ji Sûriyê ve ji bo bilindayiyên çiyayê Golan a li başûrê Îsraîlê hatin avêtin.

Li gor çapemeniya Îsraîlê di wê êrîşa mûşekî ya li ser Golanê de ti ziyanek nebûye.

Heman demê de îro çapemeniya Îsraîlê belav kir, hêzên Îsraîlê bi tundî topbarana navçeyên başûrê Lubnanê kiriye.

Çavdêrên rewşê dibêjin şerê navbera Îsraîl û Hemasê aloziyên li Sûriye û Lubnanê zêdetir kiriye û her diçe mija neseqamgiriyê û berfirehbûna aloziyê li herêmê zêdetir dibe.

Pustên heman beş