PKKê mirina vê keça Kurd jî 2 salan veşartibû

PKK-kurd-ciwan-girle-murder-turkey-kck-hpg-2022-info

Nasnameya keçeke din ya Kurd îfşa dibe ku rêxistina PKKê du salan berê ew bi destê artêşa dewleta Tirk daye kuştin û mirina wê veşartî hiştibû.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja şemî 3\2\2024 nasnameya çekdareka xwe ya bi navê Kurdistan Mihemed Salih aşker kir ku li tebaxa sala 2022ê li çiyayê Metînayê daye kuştin û paş derbasbûna salek û 5 mehan ji nû ve mirina wê îfşa kir.

PKKê Kurdistan jî weke bi hezaran keçên din yên Kurdan xapand û di berxwedaneke saxte de da kuştin û di pesnê wê de îro dibêje ew fedayî Apo bûye.

Rêxistina PKKê her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan belav dike yên ku di salên berê de feda kirîn û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin ku hêjan PKKê nasnameya wan îfşa nekirbe.

Pustên heman beş