John Kirby: Êrîşên li ser Îraq û Sûryê tenê destpêke û dê me bersivên zêdetir hebin

john kirby 2024-info

Berdevkê Encûmena Asayîşa Niştîmanî ya Amerîkayê îro ragihand ku êrîşên wan yên li ser milîsên Îranê li Îraq û Sûryê tenê destpêke û wan dê bersivên zêdetir hebin.

John Kirby îro yekşemê 4/2/2024ê got ku êrşên li ser Îraq û Sûryê tenê destpêke û dê me bersivên zêdetir hebin, ew êrîş ji bo xweparastinê bûn.

Kirby got: “Amerîka dixwaze alîkariya hikûmeta Îraqê bike li hember gefên komên çekdar. Her wiha eşkere kir ku êrîşên komên çekdar ji êrîşên Amerîkayê zêdetir serweriya Îraqê binpê kiriye.

Îro jî şêwrmendê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê Jack Sullivan got ku ewê bersiva êrîş û gefan bidin û bombebarankirina komên çekdaran operasyoneke leşkerî ya vekirîye.

Şêwrmendê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê dibêje, çi nîşan nîne ku Îranê siyaseta xwe li hember girûpên çekdar guhertiye.

Amerîka di bersiva kuştina 3 serbazên xwe de li baregeha sînorî ya Urdinê, du rojan berê êrîşî komên milîsên Îranê û Heşda Şabî yên li Îraqê û Sûryê kir û li 85 armanca xist.

Pustên heman beş