Tirkiyê kuştina 11 çekdarên PKKê ragehand

PKK-11-info

Duh 05.02.2024ê Wezareta Berevaniya Tirkiyê kuştina 11 çekdarên PKKê ragehand.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di beyanameyekî de ragehand, 11 çekdarên PKK û YPGê yên di amadekariya êrîşeke li dijî artêşa Tirkiyê de bûn hatine kuştin.

Li gor heman daxuyaniyê 11 çekdarên PKK / YPGê yên amadekariya êrîşê de bûn, li navçeyên operasyona Mertala Firat û Çiqê Zeytûnê bi operasyonekî hatine kuştin.

Lê derbarê cîhê wê operasyon û cureyê wê de ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Pustên heman beş