PKKe.. Maşîna kuştina ciwanên Kurdan

PKK-Ciwan-Kurd-Zap-info

Nasnameya ciwanekî din yê Kurd di nava PKKê de îfşa bû ku rêxistinê li îlona sala rabûrî li Zapê daye kuştin û mirina wî li malbata wî veşartibû.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja sêşemî 6\2\2024ê nasnameya çekdarekî xwe yê bi navê Ednan Mistefa aşkere kir ku li 23 îlona sala rabûrî 2023ê li devera Zapê ya li Başûrê Kurdistanê bi destê artêşa dewleta Tirk da ye kuştin û ji nû ve mirina wî îfşa kir.

Ednan ji Bidlîsê ye, PKKê ew weke bi hezaran rêhevalên wî di berxwedaneke saxte de feda kir, berxwedana ku ti sûda wê ji boy Kurd û Kurdistanê tune.

PKKe ku mirov dikare navê partiya Kurdkujan lê bike, îro bûye maşîneya kuştina ciwanên Kurdan, ew her roj wêneyên komên ciwan û zarokên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de feda kirî û mirina wan li malbatên wan veşartî, PKKê di pesnê Ednan de jî gotiye ew ji boy Apo feda be!.

Pustên heman beş