Di êrîşeke Tirkiyê da 5 çekdarên HSDê hatin kuştin

HSD-QSD-info

Hêzên Sûryeya Demokratîk HSDê nasnameya 5 çekdarên xwe aşkere kir ku li rojên rabûrî ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da bûn.

Navenda çapeymeniyê ya HSDê duh roja sêşemî 6\2\2024ê nasnameya 5 çekdarên xwe aşkere kir ku li roja yekşemîya rabûrî li kêlgeha petrolê ya El Omer li sînorê Dêrazorê ketibûn ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da bûn.

Wezareta parastinê ya Tirkiyê jî roja yekşemî 5\2\2024ê aşkere kirbû ku 11 çekdarên PKKê û YPGê di amadekariya êrîşeke li dijî artêşa Tirkiyê de bûn li navçeyên operasyona Mertala Firat û Çiqlê Zeytûnê bi operasyonekî hatine kuştin. Lê derbarê cîhê wê operasyon û cureyê wê de ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Artêşa dewleta Tirk û komên girêdayî wê ji dawîya sala rabûrî 2023an ve êrîşên xwe yên li ser Rojava Kurdistanê dijwar kirine û bi dehan sazî westgehên petrolê, eliktirîkê û saziyên xizmetkarî wêran kirine.

 

Pustên heman beş