Naveroka civîna Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê

Naveroka civîna Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê û şanda pê re dike, bi hev re danûstandinan li ser çend aliyên cuda cuda dikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 7.2.2024) pêşwaziya Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û şanda pê re kir, bi hev re danûstandinan li ser çend aliyên cuda cuda dikin.

Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê civînê de danûstandin li ser rewşa giştî ya Îraqê û pêşxistina peywendiyên dualî hatin kirin. Pêxemetî ewlehî û tenahiya Herêma Kurdistanê û Îraq û deverê, tekez li ser giringiya berdewambûna hevahengî û arîkariya hevpar jî hat kirin.

Di wê ragehandinê de hatiye, “Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên êrîşa Hewlêrê diyar kir û serexweşî li kesûkarên qurbaniyan kir û amaje da ku çi behane ji bo wê êrîşê nînin”.

Her di wê civînê de, Mesrûr Barzanî xwasteka Herêma Kurdistanê ji bo berdewamkirina peywendiyên dualî li ser bingeha cîrantiyeka baş û berjewendiyên hevpar tekez kir”.

Her dîsa got, “Herêma Kurdistanê wekî her car dê faktereka ewlehî û seqamgiriyê be û rêyê nade ku ji bo cîranên xwe bibe sedema gef û metirsiyan”.

Giringiya bicihanîna lihevkirina Şingalê û asayîkirina rewşa deverê û vegerandina awareyan ji bo cihên wan mijarên tewerekê dî yê danûstandinên wan bûn.

Pustên heman beş