MÎTê endamekê konseya HPGê li Garey kuşt

Yunus-Demir---info

Îstixbarata Tirkiyê ragehand ku wan endamekî konseya HPGê yê bi navê Yunus Demir bi navê kod “Şivan Gever” di operasyonekê de li çiyayê Garey kuşt.

Ajansa Anadolu ya dewleta Tirkiyê îro roja pêncşemî 8/2/2024ê belavkir ku îstixbarata Tirkiyê MÎTê di operasyoneke taybet de ku li çiyayê Gare yê li Başûrê Kurdistanê encam daye, endamê konseya HPGê Yunus Demir bi kodnavê Şivan Gever kuştiye.

Her wiha destnîşan kir, Yunus Demîr di lîsta reng sor ya dewleta Tirkiyê de cîh digre û ji hêla Interpolê ve jî lêgerîn li wî dihat kirin.

Li gor Anadoluyê Yunus Demir ji perwerdekirina çekdarên HPGê bepirs bû û yêk bû ji pilankerên êrîşên dijî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê.

Pustên heman beş