Rejîma Îranê kolbererkî din şehîd kir

Rejîma Îranê kolbererkî din şehîd kir

 Kolberekî ciwan ê xelkê bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve di mesafeyekî nêzîk de gule lê hatin berdan û hat şehîdkirin.

Şeva borî 11.02.2024ê kolberekî temen 20 salî yê xelkê Bane bi navê Seywan Sehîhî di dema kolberiyê ya li sînorê Sardaw a bajarê Bane, bi guleyên rasterast ên hêzên ewlehiya Îranê hat şehîd kirin.

Seywan Sehîhî xelkê gundê Bileke yê sînorê Bane ye, termê wî îro li nexwaşxaneya Selahedîn Eyûbî ya bajarê Bane radestî malbata wî hate kirin.

Li gor amarên tomarkirî yên sala 2023yê herî kêm 22 kolber li sînorên Kurdistanê hatine kuştin û 116 kolberên din jî birîndar bûne.

Pustên heman beş