Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Erdogan civiyan

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Erdogan civiyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Tirkiyeyê civîyan.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokomarê Tirkiyeyê Receb Teyîb Erdogan di perawêza Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de li Dubey civîyan.

Di civînê de ku Wezîrên Derve, Berevanî, Enerjî, Çavkaniyên Sirûştî û Bazirganî yên Tirkiyeyê jî amade bûn, rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û geşepêdana pêwendiyên dualî hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekezî li ser bihêzkirina hevkarî û hevahengiyê ji bo parastina ewlehî û aramiya navçeyê kirin.

Her îro û di çarçoveya Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebulxeyt re civiyabû.

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubey doh (Duşem, 12.02.2024) bi tevlîbûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û 25 serok û serkirdeyên welatên Rojhilata Navîn û cîhanê, şandiyên 85 rêkxistinên navdewletî, 300 wezîran û 120 şandên hikûmetan hat destpêkirin, û dê heta sibe (Çarşem, 14.02.2024) berdewam be.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî doh gotareka giring bi zimanê Ingilîzî di wê lûtkeyê de pêşkêş kir û bal kêşa ser guhertin û pirsên niha yên deverê û cîhanê. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di gotara xwe de tekez jî kir ku gelê Kurdistanê daxwazeka rewa ji bo destnîşnakirina mafê çarenivîsê xwe heye û pêdivî ye rêz li mafên gelê Kurd ên rewa bê girtin.

Pustên heman beş