Li 5 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya baraneke xurt hat kirin

Li 5 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya baraneke xurt hat kirin

 Li gorî daxuyaniya ku ji saziya kêş û hewayê ve hat dayîn, ji îşev heta sibehê tê payîn ku li Diyarbekir, Riha, Mêrdîn, Êlih û Şirnexê baraneke xurt bibare.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Gerînendehiya Herêma 15an a Saziya Kêş û Hewayê ya Tirkiyeyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di saetên îşev de tê payîn li Diyarbekir, Riha û Mêrdîn û derdorên wê, sibê ji nîvrojê bi şûn ve jî li derdora Şirnexê baraneke bihêz bibare.

Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku bi taybetî li derdora Şirnexê dê baran û berf di nav hev de bibare û ji ber vê jî dibe lehî, birûsk û bayê zêde di çûnehatê de bibin sedema pirsgirêkan.

Li aliyê din, îro li Antalyayê jî ji ber barana zêde li 5 navçeyan dibistan nehatin vekirin û ji wan 5 dibistanan, sibê jî dê 3 jê neyên vekirin. Her wiha ji bo jinên ducanî û karmendên ku pêdiviyên wan ên taybet hene jî destûr hatibû dayîn. Di lehiya ku rabûbû de jî kesekî 47 salî can dabû.

Pustên heman beş