Stranbêjekî Kurd li ser peyveka di nava stranê de hat girtin û rastî îşkenceyê hat

Stranbêjekî Kurd li ser peyveka di nava stranê de hat girtin û rastî îşkenceyê hat

 Hunermend û stranbêjê xelkê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê Babek Mihemedî piştî hate girtin û lêdan û îşkenceya ji aliyê Sipaha Pasdarên Îranê ve, piştre li pêş kamerayê daxwaza jêborînê kir.

Komeleya Mafê Mirovan a Hengaw ragehand, çend rojên borî de hunermendê xelkê Sine Babek Mihemedî piştî ku hate girtin ji aliyê Sipaha Pasdarên Îranê ve û ji aliyê wê hêzên wê navenda ewlehiyê ve rastî îşkenceyekî tund hatiye.

Li gor vîdeoyekî ew stranbêj hatiye neçar kirin ku li pêş kamerayê daxwaza jêborînê dike. 

Babek Mihemedî berê di merasîmekî de stranekî folklorî ya kurdî gotibû, ku di beşeke wê stranê de gotiye Sipaha Pasdaran qurbana wê keçê be.

Pustên heman beş