Barzanî: Em êrîşên ku ji aliyê PKK ve tên kirin red dikin

Barzanî: Em êrîşên ku ji aliyê PKK ve tên kirin red dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ku, “Li dijî Tirkiyê em bi her awayî bikaranîna xaka xwe ya ji aliyê PKKê ve red dikin”.

Serok Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîna xwe ya ligel kanalên El-Erebiye û El-Hedas de daxuyaniyên girîng dan.

Nêçîrvan Barzanî, diyar kir ku kêşeyên niha ji serdema DAIŞê dijwartir in, ji ber ku eniya şer ne diyar e û herwiha pesnê rola Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîe Sûdanî jî da, daxwaz ji hikûmeta Iraqê jî kir ku di warê paraztinê de rolek aktîf bilîze. 

Serok Barzanî balkişand ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê jî wek beşek ji Iraqê wê biryarê li ser hebûna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bide. Herweha diyar kir ku tu pêwendiyek di navbera Îsraîl û Herêma Kurdistanê de nîne û got: “Tu peywendiyên me bi Îsraîlê re nîn in û tu baregeha Mossad a Îsraîlê li Herêma Kurdistanê nîne, ji ber wê jî propagandayên Îranê yên di derbarê hebûna Mosadê li Herêma Kurdistanê ne rast in. Herwiha Tehranê tu belgeyek di derbarê hebûna Mosadê li Herêma Kurdistanê nedaye Bexdayê”.

Nêçîrvan Barzanî teqezî li ser wê yekê kir, ku Herêma Kurdistanê ne cihê metirsiya li ser Îranê ye, ji ber wê jî bombebaran û êrişên mûşekî yên Îranê ku dibin sedema mirina sivîlan, nikarin di çarçoveya dostaniyê de bên danîn.

Nêçîrvan Barzanî herweha got: “Herêma Kurdistanê ditirse ku Bexda nikaribe xwe biparêze, ji ber wê jî divê sînorek ji grûpên milîsên Iraqê re bê danîn”.

Nêçîrvan Barzanî behsa peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê jî kir û got: “Em êrîşên ku ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ve li dijî Tirkiyê tên kirin red dikin. Ji ber ku PKK ji bo cîranê me cihê metirsiyê ye û vê rewşê hem ji bo me hem jî ji bo Bexdayê aloziyek mezin çêkiriye”.

Pustên heman beş