Nêçîrvan Barzanî ji Aliyev re: Em ji bo vekirina konsulxaneya Azerbaycanê hevkar dibin

Nêçîrvan Barzanî ji Aliyev re: Em ji bo vekirina konsulxaneya Azerbaycanê hevkariyê dibin

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Asayîşê ya Munchenê de, bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev re civiya û herdu aliyan tekezî li ser pêşxistina peywendiyên navbera Hewlêr û Bakuyê de kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di duyemîn roja Konferansa Asayîşa Munchenê de, di hevdîtinekê de pîrozbahî li Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev kir ji ber ku careke din weke Serokê nû yê wî welatî hat hilbijartin. Her du alî tekez li ser wê yekê jî kirin ku ji bo pêşxistina peywendî û hevkariya di navbera Azerbaycan û Iraq û Herêma Kurdistanê de, gavên pêwîst bên avêtin.

Derbarê vekirina Konsulxaneya Giştî ya Azerbaycanê li Hewlêrê de jî, Serokê Herêma Kurdistanê ji Serokomarê Azerbaycanê re ragihand, ew dê bibe alîkar ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyan.

Aliyev herwiha Nêçîrvan Barzanî vexwend Konferansa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Guhertina Avhewayê (COP29) ku biryar e îsal li Azerbaycanê were lidarxistin.

Hilbijartinên serokatiya Azerbaycanê roja 7ê vê mehê hatin kirin û Îlham Aliyev bi rêjeya ji sedî 92 ê dengan ji bo cara pêncemîn wek serokê wî welatî hat hilbijartin.

Pustên heman beş