Bi sedema «endamtî û propagandaya PKKê» 120 kes hatin desteserkirin

pkk-120-16

Li 16 bajaran di operasyonekê de 120 kes bi sedema PKKê hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku li 16 bajaran li dijî PKKyê bi navê “Bozdogan” operasyonên hevbeş hatine encamdan.

Bajarên ku lê operasyon hatine ev in: Mêrdîn, Sêrt, Riha, Dêrsim, Meletî, Colemêrg, Çewlîg, Qers, Afyon, Enqere, Aydin, Hatay, Îzmîr, Qeyserî, Kocaelî û Konyayê operasyoneke bi navê Bozdogan-2 dan destpêkirin.

Alî Yerlîkaya da zanîn ku di operasyonan de bi sedema «endamtî, alîkarî û propagandaya PKKê» 120 kes hatin desteserkirin.

Yerlîkaya îdia kir ku hinekan ji wan li ser medyaya civakî propagandaya PKKê kiriye û hinek jî di nav rêxistinên li Sûriyeyê de cih digirin ku mebesta wî baskên PKKên ên Rojavayê Kurdistanê ne.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê van demên dawî bi hinceta «endamtî û propgandeya PKKê» operasyonên xwe zêde kirine.

Rojane li Bakurê Kurdistanê hinek welatiyan desteser dikin ku piraniya wan siyasetmedar, berpirs û endamên DEM Partiyê ne.

Pustên heman beş