Tirkiyê kuştina berpirseke jin a PKKê ragehand

Fatma Sakana -net

Çapemeniya Tirkiyê ragehand, Saziya Îstixbarat Mîlî ya Tirkiyê (MÎT), yek ji berpirsên PKK/PAJKê ya bi navê Fatma Sakana ya ku nav rêxistinê de wek Sorxwîn Rojhilat tê naskirin li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê bi operasyonekî ji kar xistiye.

Ajansa Anadolu ya zimanê fermî ya Tirkiyê nûçeya xwe sparte çavkaniyê ewlehiyê û ragehand, Fatma Sakana sala 2006ê ji Rojhilatê Kurdistanê beşdarî PKKê bûye û salên 2010 û 2012ê li Şirnex a Bakurê Kurdistanê xebatên çekdarî de beşdar bûye.

Herwaha li gor heman çavkaniyê Fatma Sakana ango Sorxwîn Rojhilat yek ji berpirsên çalakiya 02.09.2012ê ya li navçeya Elk a ser bi Şirnexê bûye, ku 10 leşkerên Tirkiyê di wê êrîşê de hatibûn kuştin. Hat ragehandin piştre li Rojava û Başûrê Kurdistanê yek ji berpirsên rêxistinê bûye.

Li gor Ajansa Anadolu Fatma Sakana ya wek Sorxwîn Rojhilat tê naskirin li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê di operasyoneke noqteyî ya MÎTê ve bûye armanc û jiyana xwe ji dest daye.

Pustên heman beş